Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rasperdeya Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî û bangewaziya Serokwezîrê Iraqê yê Karbirêker Adil Ebdulmehdî, serdana Bexdayê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rasperdeya Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî û bangewaziya Serokwezîrê Iraqê yê Karbirêker Adil Ebdulmehdî, serdana Bexdayê dike.

Li gor zanyariyên K24ê, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî ye û dê li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê yê karbirêker Adil Ebdulmehdî, Wezîrê Petrolê Samir Xezban, aliyên siyasî yên Şîe û hejmarek balyozên welatan bicivin.

Ev serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de ye, roja 16ê vê mehê û li ser daxwaza Adil Ebdulmehdî, Wezareta Darayî ya Iraqê şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê rawestandiye.

Ji aliyekî din ve, Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil duhî ragihandibû, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî bi hemû biryarên hevtêgihîştina Hikûmeta Herêma û Hikûmeta Federal a meha Berçileya 2019an e.

Di dawiya sala 2019an de Wezîrê Petrola Iraqê Samir Xezban ragihandibû, rêkeftin di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye kirin, Herêm ji destpêka sala 2020an ve rojane 250 hezar bermîl petrol radestî kompanya “Somo” a hikûmî bike, li hemberê jî para Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê dibe.

Ji ber derengketina pesendkirina budceya giştî ya sala 2020, Bexda û li gor budceya sala 2019an, mehane 453 milyar Dînar, nîvê mûçeyên fermanberên Herêmê dişîne.

 

S. B