Korona bandorê li qerebalixiya li bazara şîrîniyan nake

Tevî ku Vayrosa Korona bandor li bazaran kiriye, lê tevger ȗ kirîn, li firoşgehên şîraniyê kêm nebû ye. Nemaz e, şîraniyên taybet bi meha Remezanê. Wekî Mairȗkan, ku di vê meha pîroz de, gelek cureyan jê çêdikin .

K24- Hewlêr

Tevî ku Vayrosa Korona bandor li bazaran kiriye, lê tevger ȗ kirîn, li firoşgehên şîraniyê kêm nebû ye.  Nemaz e, şîraniyên taybet bi meha Remezanê. Wekî Mairȗkan, ku di vê meha pîroz de, gelek cureyan jê çêdikin .

Ev kargehek çȇkirina Mairȗka ye ȗ ji ber ku xwarina Mairȗkan yek ji dab ȗ nerîtȇn meha Remezanȇ ye li cem xelkên Rojavayê Kurdistanê, karê kargehê di vê mehê de zȇdetir bȗye .

Çȇkirina Mairȗkan di gelek qonaxan de derbas dibe lew ji destpȇka sibehȇ ve hevîrȇ Mairȗkan tê amadekirin .

Salih ku yek ji karkerên vê kargehê ye ȗ bi salan di vî bwarî de kar dike dibêje ku ew hemû cȗreyȇn Mairȗkan çȇdikin daku xwestekȇn xelkȇn bi cîbîne .

Piştî mehekê ji qedexeya çȗnȗhatinê ȗ bi hatina meha Remezanê Rêveberiya Xweser biryar bi vekirina firoşgehên şîraniyê da.

Hin xwedanên firoşgehên şîraniyê dibêjin ku wan hemu tedbîrên paqijiyê ȗ parastina kesayeta xwe ji korona wergirtine .

Herwiha didin zanîn ku metirsiya ji vayrosa korona bandora xwe li tevgera bazaran kiriye , lê tevî wilo jî herhata welatiya li ser kirîna şîraniyê ȗ merȗkan heye .

Gelek kargeh ȗ cihȇn çȇkirina Mairȗkan li Rojavayȇ Kurdistanê peyda dibin jierb ku herhata xelkȇ li ser kirîna wȇ zȇde dibe .

Ev nan tȇ naskirin wek çȗreyekî taybet bi meha remezanȇ ȗ ew bi gelek navan tȇ naskirin hin jȇre dibȇjin nanȇ şȇrin ȗ hin jȇre dibȇjin nanȇ rojiyȇ ȗ hin jî dibȇjin Mairȗk