Korona bandorê li qerebalixiya li bazara şîrîniyan nake
Tevî ku Vayrosa Korona bandor li bazaran kiriye, lê tevger ȗ kirîn, li firoşgehên şîraniyê kêm nebû ye. Nemaz e, şîraniyên taybet bi meha Remezanê. Wekî Mairȗkan, ku di vê meha pîroz de, gelek cureyan jê çêdikin .
K24- Hewlêr
Tevî ku Vayrosa Korona bandor li bazaran kiriye, lê tevger ȗ kirîn, li firoşgehên şîraniyê kêm nebû ye. Nemaz e, şîraniyên taybet bi meha Remezanê. Wekî Mairȗkan, ku di vê meha pîroz de, gelek cureyan jê çêdikin .
Ev kargehek çȇkirina Mairȗka ye ȗ ji ber ku xwarina Mairȗkan yek ji dab ȗ nerîtȇn meha Remezanȇ ye li cem xelkên Rojavayê Kurdistanê, karê kargehê di vê mehê de zȇdetir bȗye .
Çȇkirina Mairȗkan di gelek qonaxan de derbas dibe lew ji destpȇka sibehȇ ve hevîrȇ Mairȗkan tê amadekirin .
Salih ku yek ji karkerên vê kargehê ye ȗ bi salan di vî bwarî de kar dike dibêje ku ew hemû cȗreyȇn Mairȗkan çȇdikin daku xwestekȇn xelkȇn bi cîbîne .
Piştî mehekê ji qedexeya çȗnȗhatinê ȗ bi hatina meha Remezanê Rêveberiya Xweser biryar bi vekirina firoşgehên şîraniyê da.
Hin xwedanên firoşgehên şîraniyê dibêjin ku wan hemu tedbîrên paqijiyê ȗ parastina kesayeta xwe ji korona wergirtine .
Herwiha didin zanîn ku metirsiya ji vayrosa korona bandora xwe li tevgera bazaran kiriye , lê tevî wilo jî herhata welatiya li ser kirîna şîraniyê ȗ merȗkan heye .
Gelek kargeh ȗ cihȇn çȇkirina Mairȗkan li Rojavayȇ Kurdistanê peyda dibin jierb ku herhata xelkȇ li ser kirîna wȇ zȇde dibe .
Ev nan tȇ naskirin wek çȗreyekî taybet bi meha remezanȇ ȗ ew bi gelek navan tȇ naskirin hin jȇre dibȇjin nanȇ şȇrin ȗ hin jȇre dibȇjin nanȇ rojiyȇ ȗ hin jî dibȇjin Mairȗk