Li Hewlêrê haleteka mirinê û li qezaya Soran jî 10 tûşbûyên Koronayê hatin tomarkirin
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê encamên nû yên pişkinînan ragehand û aşkera kir, 11 kesên din li sinûrê Hewlêr Tûşî Koronayê bûne, yek ji wan canê xwe ji dest daye û dûv re di pişkinînê de derketîye tûşî Koronayê bûye.
K24- Hewlêr

Di wê ragehandinê de hatîye, di berdewamî ya pişkinînan de, 11 tûşbûyên nû bi Vayrosa Koronayê li Parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin, 4 zelam, 4 jin û 3 zaro. Di nav wan de zelamekê temen 75 salî heye ku rûniştvanê taxa Girûpa Endazyaran e li Bajarê Hewlêrê, piştî ku evî zelamî canê xwe ji dest da, pişkinîna wî erênî derket, ewên din hemû xelkên qeza ya Soran in û berketî û malbatên tûşbûyekî berê ne.
Her di wê çarçoveyê de, Qaymeqamê qezaya Soran, Kirmanc Îzet ragehand, 10 pişkinînên Koronayê li qeza ya wan erênî derketin û ewa em ji wê ditirsîyan evro rûda.
Qaymeqamê bajarokê Soran got jî: Sedema tûşbûna wan kesan bi berketinê bûye, lew em naçarin rêkarên xweparêzîyê tund bikin.
Kirmanc Îzet, bi rêya tora civakîya Feysbûkê behsa wê yekê jî kirîye, heke hevwelatî hevkar nebin li baza û taxan, dê pêdaçûnê bi hemû sanahîkirinan re diçin.
Tekez jî kir, her kombûnek li bazar, Mizgeft û cihên din qedexe ye.