Hesen Keibî daxwaza hevahengîyê dike di navebera hêzên Pêşmerge û Sûpayê Îraqê de

Hesen Keibî, cêgirê serokê Civata Nwênerên Îraqê civîneka berfireh li gel fermandarên serbazî û ewlekarîyê encam da û tekez kir, ku pêwîste navendên hevahengîyê di navbera hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedral de careka din bihên karakirin. Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlekarîya Îraqê bi hevpişkî kontirola rewşa ewlehî ya wan deveran bikin.

K24- Hewlêr

 Di daxyanîyekê de ku ragehandina nivîsîngeha Keibî belav kirîye, hatîye, di wê civînê de, nirxandina bo rewşa ewlehî ya wan deveran û wan gef û binpîkirinên hatine encamdan û bi van dawîyan hatine zanîn. Heweha tevî gotûbêjê li ser arîşeyên li pêşîya kerta ewlehîyê li seranserî Îraqê, tekez hate kirin li ser çaresrkirina wan arîşeyan û hejmareka rasparteyan jî derxistin.

Her li gor wê ragehandinê, di civînê de li gel berpirsên bilindên ewlekarîyê, cêgirê serok perlemanî, hoşdarî kêmasîkirinê di rûbirûbûna Daişê de, nemaze di niha de ku bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê Îraq berengarî cengeke dî bû ye.

Herweha tekez kir, pêwîste navendên hevahengî ya ewlehîya hevpişik di navbera Pêşmerge û tevaya hêzên Îraqê de bihên çalak kirin û asta veguhartina zanîyarîyan di navebra wan de zêde bibe û herdû alî rola xwe bigêrin bo pirkirina wê valahîya ewlekarîya li wan deveran durist bûye  û bûye gefek mezin li ser zêdetir ji parêzgehekê.

Ji alîyê xwe ve jî, cêgirê fermandarê operasyonên hevpişik û fermandarên serbazî amadeyî ya xwe nîşandan bo cîbicîkirina wan rasparteyan.