Dû kesên din li Hewlêrê ji nexweşîya Koronayê çêvebûn

Di ragehandinekê de, Rêveberîya Tenduristîya Hewlêrê, çêvebûna dû tûşbûyên Koronayê ragehand.

K24- Hewlêr

Di ragehandinekê de, Rêveberîya Tenduristîya Hewlêrê, çêvebûna dû tûşbûyên Koronayê ragehand.

Di wê ragehandinê de Dilovan Mehemed Fatih, rêveberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê tekez kir, piştî wergirtina çareserîya pizîşkî, 2 tûşbûyên Vayrosa Koronayê bi temamî çêvebûn û vegerîyan malên xwe.

Her li gor wê ragehandinê, heya niha li bajarê Hewlêrê 16 kes ji tûşbûyên Vayrosa Koronayê çêvebûne.