Hejmara qurbaniyên teqîna Efrînê zêde dibe
Duhî teqîneke bihêz bi riya barhilgireke bombekirî li nava bajarê Efrînê rûda, di encamê bi zêdetir ji 50 kesî canê xwe jidest dan û bi dehan kes birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Duhî teqîneke bihêz bi riya barhilgireke bombekirî li nava bajarê Efrînê rûda, di encamê bi zêdetir ji 50 kesî canê xwe jidest dan û bi dehan kes birîndar bûn.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, duhî demjimêr 15:00 barhilgireke ku nêzîkî 10 bermîlên sotemenî hilgirtibû li nava bajarê Efrînê li nêzîkî bazarê teqiya û agirekî mezin jî vêket.
Diyar kir jî, di encamê de heta niha 51 kesan canê xwe jidest dan û zêdetir ji 140 kesî jî birîndar bûn û beşeke mezin jî gewdê wan rastî şewitê hatine û ji bo nexweşxaneyan hatin veguhastin. Piraniya qurbaniya welatiyên sivîl in û di nava wan de jî zarok hene.
Ji ber bihêzbûna teqînê û vêketina agir, piraniya terman şewitîbûn û bûbûn rejî û nayin naskirin, ku hejmarek malbatên Efrînî dibêjin ku kurên wan ji dema teqînê de winda ne û nikarin termên kurên xwe nas bikin.
Heta niha ti aliyekî berpirsatiya xwe ji ber endama wê teqînê de ranegihandiye.
Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan belav kir jî, her duhî û di demjimêr 23:30 de otombîleke din a bombekirî li Efrînê li ser riya gundê Keferşîlê li nêzîkî yarîgeha Efrînê teqiya, lê ti ziyanên canî nebûn.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2020an de, teqîn bi awayekî berdewam tên kirin û welatiyên sivîl dibin qurbanî, lê teqîna duhî gelekî mezin û hejmarek mezin ji welatiyan bûn qurbanî.
Li gor zanyariyên K24ê tenê di vê hefteyên de, 5 teqîn hatine kirin, 3 ji wan bi riya bombeyên vedayî bûn û 2 teqîn jî bi riya otombîlên bombekirî bûn.
S. B