Pompeo teqîna Efrînê şermezar dike

Wezareta Derve ya Amerîka teqîna duhî ya li Efrînê hatiye kirin û bi dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî, şermezar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîka teqîna duhî ya li Efrînê hatiye kirin û bi dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî, şermezar kir.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi riya twittera xwe teqîna duhî li Efrînê hatiye kirin şermezar kir û ragihand, ew kiryarên terorist ku sivîl dibin qurbanî, ji kîjan aliyê ve bên kirin, nayin qebûlkirin. Hewwiha piştevaniya Ameîrka ji bo ragihandina agirbestekê li Sûriyê ragihand.

Mike Pompeo wiha li twiitera xwe xwe nivîsî: “Piştî vê kiryara terorist a li Efrînê hatiye kirin û hejmarek mezin ji sivîlan bûne, Amerîka careke din piştevaniya xwe ji bo agirbestekê li seranserî Sûriyê nîşan dide.”

Herwiha Pompeo nivîsî jî, “Ev kiryara şerxwaz ji aliyê kîjan aliyên milmilaneyê ve hatibe kirin, ew nayin qebûlkirin.”

Duhî teqîneke bihêz bi riya barhilgireke bombekirî hate kirin, di encamê de, zêdetir ji 50 kesî canê xwe jidest dan û dora 140 kesî jî birîndar bûn.

 

S. B