Li Efrînê teqîneke bihêz.. Bi dehan kuştî û birîndar hene

Li nava bajarê Efrînê teqîneke bihêz rû da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re ragihand, teqîneke bihêz li nava bajarê Efrînê rû da.

Wî jêderî da zanîn, teqîn bi riya otombîleke bombekirî li ser riya Reco li nêzîkî Seraya Efrînê rû da û agirekî mezin jî bi cihê teqînê ket.

Herwiha got, hejmarek ambulans gihîştin cihê teqînê û qurbanî rakirin nexweşxaneyan.

Li gor zanyariyên destpêkê, 24 kesan canê xwe ji dest dane û bi dehan birîndar hene.

Ji ber bihêzbûna teqînê û ji ber ku li nava bajêr rû daye, tê pêşbînîkirin hejmara qurbaniya zêde bibe.

 

 

S. B