ENKS: Armanca teqînê, koçberkirina xelkê Efrînê ye

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) teqîna Efrînê bi tundî şermezar dike û radigihîne ew di çarçova berdewamiya tawan û binpêkirinên ku ji aliyê grûpên çekdar ve tên kirin de tê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) teqîna Efrînê bi tundî şermezar dike û radigihîne ew di çarçova berdewamiya tawan û binpêkirinên ku ji aliyê grûpên çekdar ve tên kirin de tê.

Encûmena Emîndariya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, teqîna li nava bajarê Efrînê hatiye kirin, ku bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin, karekî teroristî ye û di çarçova berdewamiya tawan û binpêkirinên ku ji aliyê grûpên çekdar ve di dermafê xelkê Efrînê de tên kirin de tê.

ENKS diyar dike, armanca grûpên çekdar ji van kiryaran ew e, welatiyên Efrînê bitirsin û neçar bibin koçber bibin û grûpên çekdar jî destên xwe deynin ser mal û milkên wan.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, ENKSê bi tundî teqîna terorist û kesên li pişt wê şermezar dike û dixwaz ji civaka navdewletî, Netewên Yekgirtî û aliyên pêwendîdar dike, rê bidin xelkê koçber û derbiderên Efrînê vegerin ser cih û warên xwe, grûpên çekdar ji gund û bajaran derbixin û rêveberiya herêmê radestî xelkê Efrînê bikin, ta êş û azarên wan bidawî bibin û ji gefa terorê xilas bibin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji ber du salan ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, duhî mezintirîn teqîn li Efrînê hate kirin û di encamê de û li gor Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, zêdetir ji 50 kesî canê xwe jidest dan û dora 140 kesî jî birîndar bûn.

 

S. B