HSD û MSD teqîna Efrînê şermezar dikin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) teqîna duhî ya Efrînê rû daye û bi dehan xelk hatine kuştin û birîndaran şermezar kir û wê bi karekî terorî binav dike. Ji aliyekî din ve MSDê radigihîne, armanc ji teqînê ew e, xelkê li Efrînê maye, koçber bibe.
K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di twittekê de ragihand, teqîna li Efrînê hatiye kirin, karekî terorî ye û cihê şermezariyê ye, ku bûye sedema canjidestdana xelkê bêguneh.
Herwiha nivîsiye jî: Ev karê tawankarî, ji encama siyaseta wêrankirinê ya dagîrkeriya Tirkiye û çeteyên wê li bajarê aştî û zeytûnê dimeşîne ye.
Hevdem jî, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) teqîna Efrînê şermezar kir û ragihand, ew teqîn ji xelkê li Efrînê maye re gefek e, ji bo jê koçber bibin.
Herwiha MSDê bang li civaka navneteweyî kir ku bi berpirsyariya xwe li hemberî doza Sûriyê rabe û ji bo dawîkirina dagirkeriya Tirk li ser bajarê Efrînê û hemû herêmên ku dagir kirine, kar bike.
S. B