Qubad Talebanî û Balyozê Amerîka li Iraqê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê guftûgo dikin

Di çarçova serdana bo Bexdayê de, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçova serdana bo Bexdayê de, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller kir û herdu aliyan rûbirûbûna metirsiyên Korona û pirsgirêkên din navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê de û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo kirin.

Di civînê de, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ronî kir, bi armanca bidawîanîna nakokiyan di navbera herdu hikûmetên Herêm û Bexdayê de li gor destûrê û hevtêgihîştina pêştir a di navbera herdu aliyan de, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiriye.

Qubad Talebanî derbarê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iaqê bi serokatiya Mustefa Kazimî de ragihand, Kurd bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê nabe asteng, berûvajî wê Kurd dibin beşek ji çareseriyê ji bo bicihbûna aramî û ewlehiyê û çareserkirina pirsgirêkan û başkirina pêwendiyên herdu aliyan.

Di civînê de, Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah  amade bûn.

 

S. B