Şanda Hikûmeta Herêmê bi Cîgirê Serokwezîrê Iraqê re civiya

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi şandeke Hikûmeta Iraqê civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi şandeke Hikûmeta Iraqê civiya.

Şanda Hikûmeta Herêma bi serokatiya Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî bi şandeke bilind a Hikûmeta Iraqê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Petrola Iraqê Samir Xezban derbarê pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê û riyên çareserkirina wan guftûgo kir.

Di civînê de, ku îro li Bexdayê birêve çû, piştî guftûgokirina çawaniya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bi taybet pirsgirêka petrol û budceyê, biryar hat dayîn, ji bo gengeşekirina rêkarên çareseriyê, civîn îro û sebe di navbera aliyên pêwendîdar berdewan bin.

 

S. B