Bi sedema ragirtina Mûçeyê.. daxwaza vekolînê li gel Emîndarîya Giştî ya Civata Wezîran dikin

Mîsal Alosî, serokê Hizba Ûme ya Îraqî daxwaz dike, daxwazkarê giştî, vekolînê li dijî Emîndarîya Giştî ya Civata Wezêrên Îraqê bike, bi sedema birrîna mûçeyên xelkên Herêma Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Mîsal Alosî, serokê Hizba Ûme ya Îraqî daxwaz dike, daxwazkarê giştî, vekolînê li dijî Emîndarîya Giştî ya Civata Wezêrên Îraqê bike, bi sedema birrîna mûçeyên xelkên Herêma Kurdistanê.

Alosî di Tiwîtekê de  belav kirîye, Hizaba Ûme ya Îraqî daxwaz ji  daxwazkarê giştî dike,  bizûtirîn dem, vekolînê li dijê Emîndarîya Giştî ya Civata Wezêrên li devera Kesik bike, çunkû wan bi mebesta faşîyane  vîyane zîyanê bigehînin mirov û civakê bi rêya birrîna mûçeyên hevwelatîyan li Herêma Kurdistanê.

Herweha di tiwîtê de hatîye, daxwaz ji  sîyasîyên Îraqê dikîn arîşeyan  xwe nexin ser milên Îraqîyan û dûr ji rozî (riziq) ya xelkê pirsên xwe çareser bikin.