Mistefa Kazimî karnameya Kabîneya xwe wajû kir
Serokwezîrê Raspartî Mistefa Kazimî karnameya Kabîneya xwe wajû kir.
K24- Hewlêr
Serokwezîrê Raspartî Mistefa Kazimî karnameya Kabîneya xwe wajû kir.
Evro, Serokwezîrê Raspartî yê Îraqê Mistefa Kazimî karnameya Kabîneya xwe wajû kir û ji bo Serokatiya Civata Wezîran şand.
Mistefa Kazimî tekez kir, ku di çarçoveya rêkar û dem a destûrî de, Kabîneya xwe ji bo wergirtina baweriyê şandiye Parlamentoyê.
Kazimî di 9ê vê mehê de, ji alî Serokomarê Îraqê ve ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê hatibû raspartin.