Şanda hikumeta Herêmê li gel helbûsî û Hekîm civîya
Evro şanda hikumeta Herêma Kurdistanê li Bexda hejmarekan dîdar û civînan li gel alîyên Îraqî encam dan.
K24- Hewlêr
Evro şanda hikumeta Herêma Kurdistanê li Bexda hejmarekan dîdar û civînan li gel alîyên Îraqî encam dan.
Di destpêka civînan de, şanda hikumeta Herêmê bi serokatîya Qubad Talebanî, cêgirê serokê Civata Wezîran li gel şanda bilinda hikumeta Îraqê bi serokatîya Samir Xezban, cêgirê serok wezîran û wezîrê petrola Îraqê derbarê pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê û rêyên çareserkirina wan danûstan kirin.

Di civînê de, biryar hate dan rêkarên çareserîyê darêjin û civîn sube jî berdewam bin.

Dûv re şanda Herêmê li gel Mehemed Helbûsî, serokê Civata Nwênerên Îraqê civîya û gengeşe ya çawanîya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê de kirin.
Di civînê de herdû alî hev nerîn bûn li ser çareserkirineka giştî bo tevaya arîşeyên di navebara Hewlêr û Bexdayê de.

Êvarîya evro jî, şanda Herêmê li gel Seyîd Emar Hekîm, serokê Rewta Hikme Civîya û herdû alîyan jî tekez kirin li ser peywendîyên dîrokî yên Kurd û Şîeyan û gehiştin bi rêkkevtineka hevpişik di navbera Hewlêr û Bexdayê.
