Rewta Sedir dijînîya xwe bo biryara birrîna mûçeyên fermaneberên Herêmê ragehand

Rewta Sedir tekez kir, ew qebûl nakin mafên hevwelatîyên Herêma Kurdistanê bihên zeftkirin û tekez jî li ser çareserkirina arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê dike.

K24- Hewlêr

Rewta Sedir tekez kir, ew qebûl nakin mafên hevwelatîyên Herêma Kurdistanê bihên zeftkirin û tekez jî li ser çareserkirina arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê dike.

Di dirêjeya civînên xwe de li Bexda şanda hikumeta Herêma Kurdistanê bi serokatîya Qubad Talebanê, cêgrê serokê wezîrên hikumeta Herêma Kurdistanê li gel şandeka sîyasî ya Rewta Sedir bi serokatîya Nesar Rûbeyiî civîyan û herdû alîyan tekez kirin li ser berdewamîya peywendîyan bi mebesta gehiştinê bi rêkekvtineka hevbpişkik di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Desteya sîyasî Rewta Sedir piştîvanîya xwe nîşan dan bo çareserkirina arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û ragehandin, ew qebûl nakin mafên hevwelatîyên Herêma Kurdistanê bihête zeftkirin.