Taxeke bajarê Heseke hat kerentîkirin
Li bajarê Hesekê piştî pêketina 2 kesan bi vîrusa Koronayê, ji îro ve tevgera çûnûhatinê tê rawestandin û bajar hat kerentîkirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li bajarê Hesekê piştî pêketina 2 kesan bi vîrusa Koronayê, ji îro ve tevgera çûnûhatinê tê rawestandin û bajar hat kerentîkirin.
Desteya Tenduristîya Rêveberîya Xweser bi Kurdistan 24 re ragehand, piştî encamdana pişkinînan, dû kes li bajarê Hesekeyê bi vîrusa Koronayê Ketine, ku jin û mêr in û herdu jî berketîyên wê jinê ne, ewa berîya niha bi sedema Vayrsoa Koronayê Canê xwe ji dest dabû.
Deseya Tenduristîyê got jî: Niha ew jina ku bi Koronayê ketiye li nexweşxaneya Nîştîmanî ya bajarê Qamişlo de di kerentînê de ye. Hevjînê wê jî, di malê de hatiye kerentînekirin.
Ji bo ku virus belav nebe jî, Encûmena bajarê Hesekê û Encûmena Tenduristiyê bi rêya daxuyaniyek hevpar diyar kirin ku hejmarek tedbîrên tenduristiyê girtine ber û taxa El-Amran bi temamî di hatiye kerentîkirin û bajar jî d karantîkirina beşî de ye.
Ji aliyê din ve, Hevserokê Encûmena Hesekê Ebdulxenî Oso diyar kir, Rêveberiya Xweser dê tevahiya destek û alîkariya pêwîst ji nan û xwarin ji malbatan re jî îro Pêncşemê ve pêşkêş bike.
S. B