Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê li rojavayê Qamişlo kir

Hêzên Rûsî û hêzên Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş li Rojavayê Kurdistanê kir û li hin gundan jî rastî nerazîbûna xelkê hat.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Rûsî û hêzên Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş li Rojavayê Kurdistanê kir û li hin gundan jî rastî nerazîbûna xelkê hat.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo diyar kir, îro Polîsên Serbazî yên Rûsî û hêzeke Tirkî  li gundewarê Dirbêsiyê gereke çavdêriyê ya hevbeş  pêk anî, û di gerê de û ji her aliyekî 4 zirîpoş, ligel 2 helîkopterên Rûsî beşdar bûn.

Diyar kir jî, gera hevbeş ji gundê Şîrik yê ser bi Dirbêsiy ve destpê kir û gundên qermanî, Til Gidîş, Xenamiyê û kerbetlê lixwe girt. Herwiha gera Rûsî û Tirkî li wan gundan jî rastî nerazîbûna xelkê hat.

Di çarçova rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan a roja 22 Cotmeha 2019an li bajarê Soçî de, hêzên Rûsî û Tirîkî hejmarek gerên çavdêriyê yên hevbeş li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê dikin.

 

S. B