Qedexeya hatinûçûnê li Rojavayê Kurdistanê hat dirêj kirin

Qedexeya hatinûçûnê li Rojavayê Kurdistanê heta 11ê meha bê hat dirêj kirin.

K24- Hewlêr

Qedexeya hatinûçûnê li Rojavayê Kurdistanê heta 11ê meha bê hat dirêj kirin.

Hevserokatiya Desteya Cîbicîkar ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, qedexeya hatinûçûnê li Rojavayê Kurdistanê heta roja 11ê meha bê dirêj kirin e. Qedexe ji demjimêrên 3ê piştî nîvro destpê dike û ta 6ê sibeha roja din berdewam dibe, û bazar û hemû cih dikarin demjimêr 6ê sibehê, heta 3ê piştî nîvro dukanên xwe vekin.

Rêveberiya Xweser herweha ragehand, ew biryar bajarê Hesekê li xwe nagre, piştî ku du haletên tûşbûna bi Korona hatibû ragihandin. Diyar jî kir, ew dê hêsankariyan ji bo cotyaran bikin.