Almanya Hizbullah xiste di lîsta Terorê de

Wezareta navxweyî ya Almanya biryar da, hemû çalakiyên Hizbullah li wî welatî qedexe bike.

K24- Hewlêr

Wezareta navxweyî ya Almanya biryar da, hemû çalakiyên Hizbullah li wî welatî qedexe bike.

Wezareta navxweyî ya Almanya da xuyakirin, ku hejmarek ji operasyon dijî hin gumanbarên Hizbullah encam dan e, û ew Partî xiste lîsta terorê.

Ji alîyek din ve, Parlemêntoya Brîtanya daxwaz ji hikûmetê dike, ku çalakiya rêxistina Îxwan Muslimîn li wî welatî bê qedexekirin û dibêje, ku ew rêxistin terorî ye.

Ji bo çendîn salan welatên Ewropî gelek tevgerên siyasî û partiyên oposiyonê yên ji dervî kîşwerê hewnadin, û rê da wan bi azadî der bibirin û çalakiyên xwe birêve bibin..

Lê diyare û di nerîna Ewropî de, hin ji wan tevgeran, bi taybet yên basikên wan yên leşkerî hebin, cihê wan li Ewropayê nemaye..

Yek ji wan tevgeran jî Hezbollah ya Libnanî ku tevî çalakiya wê ya siyasî û çekdar li Libnanê, basikê wê yê siyasî li welatên cîhanê heye, lê Elmaniya çalakiya vê partiyê weke teror bi nav kir,lewma jî roja pênşemê wezareta navxweyî li wî welatî biryar da hemû çalakiya Hezbollah li tevahiya Elmanya qedexe bike, û oprasyonê girtina hin gumanbaran ragihan, û Hezbollah weke rêxstineke terorî binav kir..

Ev gav ne ji nişa ve ye, ji ber ku parlemêntoya Elmanya ji sala 2019an ve li ser vê doseyê kar dike, û tevî ku rêpêdana Hezbollah l iELmanya tenê ji  bo basikê siyasî bû, lê diyare siyaseta partiyê û çalakiya wê li Sûriyê ku Elmanya weke terorî binav kir, dijî rêbaza hikûmeta Elmanî ye..

Pêla qedexeyê giha Brîtaniya jî lê vê carê li gel tevgera Ixwan Muslimîn..

Di tevlîbûna proseyên siyasî û rêkarên demdirêj de û piştî hijmarek ji raportan, parlemêntoya Brîtanya daxwaz ji hikûmetê dike rêxstina Ixwan Muslimîn û çalakiya wê li Brîtanya bê ragrtin, û weke metirsiyek li ser welat hate binavkirin.

Andrew Rosindell endamêparlemêntoya Brîtanî li pêş wezîrên hikûmetê da xuyakirina ku çalakiya ixwazn musilmîn di sîbera belavbûna virusê corona de zêde bûye, û tirsa xwe da xuyakirina ku rêxstina navbûrî sûdê ji kirîza korona werdigire û cihê xwe li  çend welatên cîhanê digire di nav wan de jî brîtanya.

Di dema ku hijmarek ji welatên Erebî çalakiya Ixwan muslimîn li erdên xwe qedexekirine, hin aliyên siyasî Brîtanya ji sala 2015an ve hewl didin metirsiya vê rêxstina nîşan bidin, û dibêjin ku tevlîbûn li gel wê yek ji amajeyên tundrewiyê ye..