Çavê Iraqê li alîkariyên darayî yên zêdetir ên Amerîka ye
Ji bo rûbirûbûn a Vayrosa Korona, çavê Iraqê li alîkariyên darayî yên zêdetir ên Amerîka ye.
K24- Hewlêr
Ji bo rûbirûbûn a Vayrosa Korona, çavê Iraqê li alîkariyên darayî yên zêdetir ên Amerîka ye.
Wezîrê Tendirustî yê Iraqê Ce'fer Elawî di çarçoveya beşdarîkirinê di Foruma Peymangeha Waşington bo siyasetên Rojhilata Navîn de eşkere kir, wekî beşek ji Rêkeftina Stratejî ya di navbera Iraq û Amerîkayê de, Waşingtonê soza alîkariyên zêdetir dan e.
Ce'fer Elawî got, niha tîmek Iraqî digel hikumeta Amerîkayê di gotûbêjan de ne, ji bo rêxistina mekanizmeya wergirtina wan alîkariyên darayî, yên zêdetir.