Li Hewlêr 8 kesên din tuşî Koronayê bûn
Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê encamên nû yên pişkinînan ragehand.
K24- Hewlêr
Li Hewlêrê 8 kesên din tûşî Vayrosa Korona bûn û hejmara giştî ya wan kesên îro li parêzgeha Hewlêrê tûşî Korona bûn e gehîşte 13 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de encamên pişkinîn nû ragihand û li gorî encaman li Hewlêrê 8 haletên nû yên tûşbûn bi Korona hatine tomar kirin.
Wezareta Tendirustiyê diyar jî kir, 7 ji Tûşbûyan rûniştvanên taxa Sêtaqan a Hewlêrê ne û berkeftiyên tûşbûyek berê yê Telar City a bajarokê Kesnezan in, ku 3 ji wan jin in û 4 zarok in.
Tûşbûyê 8em jî ciwanekî 19 salî xelkê bajarokê Soran e, û heta niha jêdera berkeftina wî ne diyar e.
Beriya niha jî Wezareta Tendirustiyê tûşbûna 5 kesan li Sînorê parêzgeha Hewlêrê ragihandibû.