Ragehandina evro ya Wezareta Tenduristîyê
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 65 ya evro Çarşembîyê, 29ê Nîsan a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 65 ya evro Çarşembîyê, 29ê Nîsan a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.
Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:
Ragehandina Wezareta Tenduristîyê
Hejmare 65
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:
- Kerentîn
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (9,372) hevwelatî bûn. Niha tenê (1,528) hevwelatî di kerentînan de man e di (33) cihên cuda de, (436) li Hewlêrê, (225) li Silêmanîyê, (826) li Duhokê û (41) jî li Raperîn. (7,844) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (176) Hevwelatî ne.
- Pişkinîn:
Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,612) pişkinîn hatin encamadan. (795) li Hewlêrê, (502) li Silêmanîyê, (300) li Duhokê û (15) jî li Raperîn.
Di encam de, ti haletên nû yên tûşbûnên li Herêma Kurdistanê nehatin tomarkirin.
- Amara giştî:
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (366) kes in, di nav wan de, (5) haletên mirinê hene û (325) nexweş jî çêvebûne û nexweşên mayî jî tenê (36) nexweş in û di bin çavdêrîya pizîşkî de ne.
Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.
Wezareta Tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
29-4-2020