Ragehandina evro ya Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêmê

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 66 ya evro pêncşembîyê, 30yê Nîsan a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 66 ya evro pêncşembîyê, 30yê Nîsan a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.

Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:

Ragehandina Wezareta Tenduristîyê

Hejmare 65

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:

 

  • Kerentîn

Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (9,561) hevwelatî bûn. Niha tenê (1,648) hevwelatî di kerentînan de man e di (33) cihên cuda de, (452) li Hewlêrê, (249) li Silêmanîyê, (904) li Duhokê û (43) jî li Raperîn. (7,913) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (189) Hevwelatî ne.

 

  • Pişkinîn:

Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,406) pişkinîn li ser asta Herêmê hatin encamadan. (1,406) li Hewlêrê, (469) li Silêmanîyê, (301) li Duhokê, (10) li Helebce, (166) li Soran û (21) jî li Raperîn.

Di encam de, (8) haletên nû yên tûşbûnên bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin.

Her heşt xelkên parêzgeha Hewlêrê ne.

 

  • Amara giştî:

Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (380) kes in, di nav wan de, (5) haletên mirinê hene û (325) nexweş jî çêvebûne û nexweşên mayî jî tenê (50) nexweş in û di bin çavdêrîya pizîşkî de ne.

Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.

 

Wezareta Tenduristîyê

Hikumeta Herêma Kurdistanê

30-4-2020