Gotûbêjên pêkanîna Hikûmeta Nû ya Iraqê berdewam in

Gotûbêjên derbarê pêkanîna Hikûmeta Nû ya Iraqê û dabeşkirina postan berdewam in.

K24- Hewlêr

Gotûbêjên derbarê pêkanîna Hikûmeta Nû ya Iraqê û dabeşkirina postan berdewam in.

Ligor çendîn jêderan, aliyên Şîe û Sunne kandîdên çend wezaretan yekalî kirin e, lê nakokî liser çend postan jî, heye. Wekî nimûne pirsgîrek liser Wezaretên Navxweyî û Bergirî her berdewam e. Ligor jêderan, navên kandîdên deh wezaret hatiye yekalî kirin.

Ji aliyek din, Serokwezîrê karbirêker Adil Ebdilmehdî, dosyeya gotûbêjên welatê xwe ligel Amerîka, radestî Serokwezîrê raspartî Mistefa Kazimî kiriye.