Rêxistîya Çavdêrîya Mafên Mirov daxwaz ji Rêxistîya Tenduristîya Cîhanî dike dest ji derîyê Tilkoçer neberde

Rêxistîya Çavdêrîya Mafên Mirov (Human Rigahts Watch) daxwaz ji Rêxistîya Tenduristîya Cîhanî dike dest ji xwazta vekirna derîyê Tilkoçer neberde ji bo derbazkirina alîkaryên pizîşkî bo rojavaya Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Rêxistîya Çavdêrîya Mafên Mirov (Human Rigahts Watch) daxwaz ji Rêxistîya Tenduristîya Cîhanî dike dest ji xwazta vekirna derîyê Tilkoçer neberde ji bo derbazkirina alîkaryên pizîşkî bo rojavaya Kurdistanê.

Rêxistîya Çavdêrîya Mafên Mirov di raporteke nû de  belavkirîye, ku di vê hefteyê de Rêxistîya Tenduristî ya Cîhanî bîrewernameyek bo Civata Asayşê şandibû û têde daxwaz kiribû derîyê Tilkoçer careka din vebe, ku berê alîkarî bi wir re ji başûr derbazî rojavaya Kurdistanê dibûn. Lê li 28ê/ Nîsanê, Rêxistîya Tenduristîya Cîhanî bîrwernameyka nû  arasteya civatê kir û têde behsa vekirina derîyê Tilkoçer nekirîye  û ew nizanin sedema jêbirina wê daxwazîyê çî ye.

Di raporta xwe de Rêxistîya Çavdêrîya Mafên Mirov daxwaz ji Rêxistîya Tenduristîya Cîhanî dike ku rijd be li ser  vekirina derîyê tilkoçer û di bin fişaran de dest ji wê daxwazê neberde; çunku ev mjar bi rizgarkirina canê xelkê girêdayî ye.

Li jêr fşarên Rûsiya, Civata Asayîşa Nêvdewletî di destipêka ev sal de derbazkirina alîkarîyên pizîşkî bi rêya wê derîyê jibo rojavaya Kurdistanê nehêştibû.