Peyama serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Cîhanîya Karkeran

Mesrûr Barzanî, serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê bi boneya roja cîhanî ya karkeran peyameka pîrozbahîyê belav kir.

K24- Hewlêr

Mesrûr Barzanî, serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê bi boneya roja cîhanî ya karkeran peyameka pîrozbahîyê belav kir.

Ev jî deqa wê peyamê ye:

Bi boneya roja cîhanî ya Karkeran, pîrozabhîyê li karkerên Kurdistan û cîhanê dikim. Stayîşa erk û mandîbûna karkerên Kurdistanê dikim ku tim be  xwe ragirtine li pêşîya rewşa dijawar a abûrîyê û berdewamin jî li xizmetkirina welatê xwe, herweha supasîya wan dikîn bo pabendbûna wan bi rêkarên xweparêzîyê ji Koronayê. Bi hêvîya wê yekê ku di ayndeyeke nêzîk de jîyana rojane asayî bibe.

Di vê boneyê de, piştîvanîya xwe dûpat dikîn bo maf û xebata karkeran û bo destveanîna dadperwerîyê û baştirkirina rewşa jîyan û jîyara wan.