Dr. Ciwan Mustefa: Tûşbûn, em derbasî qonaxek nû kirin
Hevserokê Desteya tendirustî yê Reveberiya bakur/rojhilatê Sûriye Dr. Ciwan Mustefa ji K24 re diyarkir, ku: “Rêveberiya Xweser heta dem a nasîna tûşbûnên van her 2 welatiyan tedbîrên ne belavbûn a Covid -19 li bakur/rojhilatê Sûriye girtibûn ber. Lê, niha rewş di astek din de ye...
K24 – Navenda Nûçeyan
Li rojavayê Kurdistanê 2 kes ji bajerê Hesekê tûşî Vayrosa Korona bûn e. Rêveberiya Xweser rêkarên xwe hemberî Vayrosa Korona tundtir kirin, tax a tûşbûyan karantina kir û qedexeya hatinûçûnê jî heta 11ê Gulanê dirêj kir.
Hevserokê Desteya tendirustî yê Reveberiya bakur/rojhilatê Sûriye Dr. Ciwan Mustefa ji K24 re diyarkir, ku: “Rêveberiya Xweser heta dem a nasîna tûşbûnên van her 2 welatiyan tedbîrên ne belavbûn a Covid -19 li bakur/rojhilatê Sûriye girtibûn ber. Lê, niha rewş di astek din de ye. Niha Vayrosa Korona hatiye û di vê qonaxê çi tedbîr bên standin – ev yek li pêşya me ye. Ev dever a ku tûşbûyî jê tên hat karantina kirin û qedexeya çûnûhatina deverê hatite ragihandin. Em hewla wê yekê didin, vayrosê di wê taxê de dorpêç bikin û nehêlin derbasî cihên din bibe“.
Dr. Ciwan Mustefa anî ziman: “Covid -19 bi belavbûna xwe ya bilez sistema tendirustiyê li gelek deverên cîhanê bi xwe xiste nav astengiyan. Rastiya welatê me jî, ev e ku, 9 sal in şer û alozî heye, dorpêçek heye. Bi rastî jî, derfetên Rêveberiya Xweser, ku bikaribe têkoşîna vê nexweşiyê bike gelek sînordar in. Em hêvîdar in, hevwelatî rênimayên tendirustiyê bicîh bîn in û bi xwe, rê li pêş belavbûna Vayrosa Korona bigrin. Xweparastina wan, baştirîn rê li pêş belavbûna Covid -19 e.”
Hevserokê Desteya tendirustî yê Reveberiya bakur/rojhilatê Sûriye herweha diyarkir, ku: “Qedexeya hatinûçûnê heta 11ê Gulanê hate dirêjkirin.Hin hesankarî jî, bo welatiyan hatine dabîn kirin. Qedexe bi giştî di navbeyna demj. 3ê paşî nîvro heta 6ê sibeha roja din e. Lê, ji Hesekê re cuda ye. Hesekê bi temamî qedexeya hatinûçûnê heye, tax a ku tûşbûyî ji wir in jî, bi temamî di bin karantîna de ye”.
Dr. Ciwan Mustefa herweha got, ku rejîma Sûriye nêzîkahiyek gelek nebaş nîşan da û bû egera hatina Vayrosa Korona bo bakur/rojhilatê Sûriye. Tûşbûyek ji alî rejîmê li Nexweşxaneya Niştimanî hatibû bicîhkirin û agahdarî di vê derbarê negihand tu aliyekî, ne personalê nexweşxaneyê bi xwe jî. Tûşbûyên niha jî, berkeftiyên wê nexweşê ne!