DAIŞê 10 çekdarên Heşda Şeibî kuştin
Çekdarên DAIŞê êrîşeke berfireh li ser parêzgeha Selahedînê pêk anî û 10 çekdarên Heşda Şeibî kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Çekdarên DAIŞê êrîşeke berfireh li ser parêzgeha Selahedînê pêk anî û 10 çekdarên Heşda Şeibî kuştin.
Îro danê bi dehan çekdarên DAIŞê li çend bereyan êrîşî ser navçeyên Samera, Mikêşîfê, Îshaqî, Cezîra Samera, Celam, bajarokê Beled, Nehr Resasî, Sor Sinaş û Cezîra Îshaqî li parêzgeha Selahedînê kirin.
Li gor daxuyaniyeke Heşda Şeibî, heta niha 10 çekdarên Heşda Şeibî û çekdarên eşîran hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne.
Ji dema belavbûna vîrusa Korona li Iraqê, çekdarên DAIŞê derfet dîtine û êrîşî hin navçeyan dikin, bi taybet li navçeyên parêzgehên di navbera Kerkûk, Selahedîn û Diyale de.
Berî çend rojan jî du xwekujên DAIŞê êrîşî ser avahiya hewalgîriya Iraqê li Kerkûkê kirin û li nêzîk deriyê wê xwe teqandin, di encamê de hejmarek kes birîndar bûbûn.
Berî du rojan jî, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî hejmarek ji tonelên DAIŞê di navbera Selahedîn û Diyale bombebaran kirin û nêzîkî 10 çekdarên DAIŞê kuştin.
S. B