6 kesên din li parêzgeha Hewlêrê bi Korona ketin
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 6 kesên din bi vîrusa Korona li parêzgeha Hewlêrê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 6 kesên din bi vîrusa Korona li parêzgeha Hewlêrê ragihand.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat, Di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, îro 6 haletên tûşbûna bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin.
Wezareta Tenduristiyê da zanîn, ew 5 peya û jinekê ne û rûniştvanên qezaya Soranê ne.
Bi vî awayî, hejmare kesên bi vîrusa Korona ketine li Herêma Kurdistanê gihîşt 387 kesan, jê 5 kesan canê xwe jidest dane û 327 kes jî baş bûne.
S. B