Li Zumarê zarokek bi bilokan hat kuştin

Li bajarokê Zumar ê ser bi parêzgeha Neynewayê ve, termê zarokekî hat dîtin ku bi blokan hatiye kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarokê Zumar ê ser bi parêzgeha Neynewayê ve, termê zarokekî hat dîtin ku bi blokan hatiye kuştin.

Rêvebirê Nahiya Zumarê Ehmed Caferî ragihand, şeva bûrî demjimêr 11:00 piştî windabûna zarokekî û lêgerîna malbata wî, terêmê wî li nava mizgefteke komelgeha Dumîz hat dîtin ku bi awayekî hovane bi bilokan hatiye kuştin.

Rêvebirê Nahiya Zumarê ragihand, navê wî zarokî Şahîn Wîsam Selman e û rûniştvanê komlegeha Dumîz ya ser bi Zumarê ve ye.

Ehmed Caferî got: Lêkolînan derbarê kuştina wî zarokî destpê kiriye. Bi nerîna me û polîsan, ew bûyar ne karekî teroristî be, belkû bûyereke tawankarî ye.

Rêvebirê Nahiya Zumarê diyar kir jî, malbata wî zarokî dibêjin ku ti pirsgirêkeke wan a xwînê bi kesekî re nîne û heta encamên lîkolînan dernekevin, ew nizanin ji ber çi zarokê wan hatiye kuştin.

Derbarê tevgera DAIŞê li nêzîk Zumarê de, Rêvebirê Nahiya Zumarê da zanîn, heta niha li sînorê nahiya Zumarê ti tevgera DAIŞê nîne, lê li derdora Zumarê li nahiyeyên Rebîa, Mehelmiyê û Himêdat tevgera DAIŞê heye.

Herwiha got jî, dibe ku şaneyên razayî yên DAIŞê li Zumarê hebin, ku berî 3 rojan durişmeyên DAIŞê li ser dîwarê mizgefteke Zumarê hatibûn hatibûn nivîsandin, lê heta niha ti belge nînin ku ew ji aliyê endamên DAIŞê ve hatibe kirin.

Nahiya Zumarê 30 K.M ji Tileferê û 60 K.M ji Mûsilê dûr e û ji 80 gundî pêk tê û ketiye ber şepêla erebkirinê.

 

S. B