Serokwezîr: Em dê mafên destûrî yên herêma Kurdistanê biparêzin

Serokwezîrê Hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şanda danûstandkar a Hukimeta herêma Kurdistanê ligel Bexdayê civiya. Mesrûr Barzanî diyarkir, ku: “Em dê mafên destûrî yên herêma Kurdistanê her biparêzin”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel şand danûstandkar a Hukimeta herêma Kurdistanê ligel Bexdayê civiya. Mesrûr Barzanî diyarkir, ku: “Em dê mafên destûrî yên herêma Kurdistanê her biparêzin”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel şanda danûstandkar a bo Bexdayê bi Serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Hukimeta herêma Kurdistanê Qubad Talabanî re ciiviya.

Di civînê de encamên hevdîtinên ligel aliyên Bexdayê hatin nirxandin û hat diyarkirin, ku hevdîtinên ligel hukimeta federal dê dom bikin.

Serokwêzîr Mesrûr Barzanî anî zamin ku: “Em dê mafên destûrî yên herêma Kurdistanê biparêzin” û destnêşankir, bi derfetên berdest ên Kurdistanê dê mûçeyên fermanberên herêma Kurdistanê werin dan.

Serokwezîr herweha got, ku ji bo çareseriya pirsgirekên heyî, şand dê hefteya pêşya me carek din seredana Bexdayê bike.

Di civînê de proseya yasaya çaksaziyê hate axaftin û hate diyarkirin, ligel nûnerên kompanyayên ku dem a lisans a wan qediya ye dê civîn lidar bikeve.

 

 

C.B