Nûtirîn amarên pêketina bi Korona li Herêma Kurdistanê

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de nûtirîn amarên vîrusa Korona belav kir û aşkere kir, di 24 demjimêrên bûr de 6 haletên pêketinê hatin tomarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de nûtirîn amarên vîrusa Korona belav kir û aşkere kir, di 24 demjimêrên bûr de 6 haletên pêketinê hatin tomarkirin.

Amarên taybet ên nexweşiya Korona li Herêma Kurdistanê bi vî awayî ne:

1- Kerentîn

Hejmara welatiyên hatine kerentînkirin (9681) kes in. Niha tenê (1307) kes li (33) cihan di kerentînê de mane, (370) kes li Hewlêrê, (174) kes li Silêmaniyê, (734) li Duhokê û (29) li Raperînê. Herwiha (8374) welatî jî piştî mana du hefteyan ji kerentînê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (30) kesên din jî di 24 demjimêrên bûrî de hatine kerentîkirin.

2- Pişknîn

Di 24 demjimêrên bûrî de (1082) pişknîn hatin kirin, (412) li Hewlêrê, (206) li Silêmaniyê, (300) li Duhokê, (149) li Soran. Derencam (6) tûşbûyên nû hatin tomarkirin.

Parêzgeha Hewlêrê (6) kes bûn: (5) peyayên (63, 56, 32, 30 û 29) salî û jineke (34) hatin destnîşankirin û hemû ji qezaya Soran in.

3- Amerên Giştî

Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (387) kes in, jê (5) haletên mirinê hene û (330) kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Wezareta Tenduristiyê ligel destxweşîyê li Wezareta Navxwe û tîmên pizîşkî ku di kar de ne dike, daxwaz ji welatîyan dike bi ti awayekê ji malên xwe dernekevin derve, pabendî  rênimayên tenduristîyê bin, têkildarî kesên din nebin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ (122) re bikin.

 

S. B