Li Diyale DAIŞê êrîşî ser binkeyeke polîsên Iraqê kir
Çekdarên DAIŞê li Diyala êrîşî ser binkeyên polîsan kir û di encamê de 11 kes hatin kuştin û birîndarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Çekdarên DAIŞê li Diyala êrîşî ser binkeyên polîsan kir û di encamê de 11 kes hatin kuştin û birîndarkirin.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê belav kir, hejmarek ji çekdarên DAIŞê êrîşî ser binkeya polîsan li bajarokê Ebare yê li parêzgeha Diyalayê.
Diyar kir jî, di encama êrîşê de, 3 polîs û kesekî sivîl hatin kuştin û 2 polîs û 5 welatiyên sivîl jî birîndar bûn.
Di wê derbarê de, parlemanterê Iraqê yê ji parêzgeha Diyale Humam Temîmî daxwaz ji fermandarên serbazî yên li Bexdayê kir, hêzên zêdetir bişînin sînorê parêzgeha Diyaleyê.
Duhî jî çekdarên DAIŞê êrîşî ser navçeya Mikêşîfê li parêzgeha Selahedîn kiribû û 10 çekdarên Heşda Şeibî kuştibûn û 4 çekdarê din jî birîndar kiribûn.
Ji dema belavbûna vîrusa Korona li Iraqê, çekdarên DAIŞê derfet dîtine û êrîşî hin navçeyan dikin, bi taybet li navçeyên parêzgehên di navbera Kerkûk, Selahedîn û Diyale de.
S. B