“Belavbûna Korona li Tirkiye û Bakur kêm nebûye”

Serokê Jûra Bijişkan a Diyarbekirê ragihand, destpêkê testên li Diyarbekir û Bakurê Kurdistanê kêm dihatin çêkirin, lê ji 10 rojên dawiyê ve çêkirina testna zêde bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Jûra Bijişkan a Diyarbekirê ragihand, destpêkê testên li Diyarbekir û Bakurê Kurdistanê kêm dihatin çêkirin, lê ji 10 rojên dawiyê ve çêkirina testna zêde bûye.

Serokê Jûra Bijişkan a Diyarbekirê Dr. Mehmet Şerif Demir got di çarçova beşdariya di bernameya “Rojev” a K24ê de ragihand, heta berî du hefteyan test li bajarê Diyarbekirê dihatin kirin û testên li Mêrdîn, Şirnex, Sêrt û Batmanê dihatin birin jî li Diyarbekirê kar li ser dikirin, lê niha li gelek bajaran test tên çêkirin û kar li ser tên kirin.

Diyar kir jî, heta meha Nîsana, li seranserî Bakurê Kurdistanê tenê 1500 test hatibûn kirin, ev jî hejmareke gelekî kêm e, heta bikarin rûbirûyî nexweşiya Korona bibin, divê test bi awayekî zêde werin kirin. Lê niha rojane 500 test li Diyarbekirê tên kirin.

Dr. Mehmet Şerif Demir tekez kir, belavbûna vîrusa Korona li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kêm nebûye û metirsiya wê hîna berdewam dike, ji ber wê divê tedbîrên xweparastinê sîst nebin.

Derbarê amarên ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê ve têne ragihandin, Dr. Mehmet Şerif Demir got: Li her bajarekî çend test hatine kirin, çend haletên pêketinê, mirinê, kerentîkirinê hene jî nayin zanîn û Wezareta Tenduristiyê wan zanyariyan nade. Nayê zanîn jî ji ber çi sedemê wan zanyariyan nade. Ji bo ku rewşa Korona baş were nirxanin û were zanîn bi kû ve diçe, pêwîst e hemû zanyarî bêne ragihandin, lê ev yek nayê kirin.

Serokê Jûra Bijişkan a Diyarbekirê da zanîn, li gor zanyariyên ji nexweşxaneyan ketine destê wan wek Jûra Bijişkan a Diyarbekirê, heta niha li Diyarbekirê di navbera 500 ta 550 encamên wan pozîtîv in, nêzîkî 24 kesan canê xwe jidest dane.

 

S. B