Ruhanî: Divê amade bin, nayê zanîn kengî Korona bidawî dibe

Serokê Îranê radigihîne, divê ew ji xwe ji mercên xiraptir re amade bikin, ji ber ku nayê zanîn kengî vîrusa Korona bidawî dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Îranê radigihîne, divê ew ji xwe ji mercên xiraptir re amade bikin, ji ber ku nayê zanîn kengî vîrusa Korona bidawî dibe.

Serokê Îranê Hesen Ruhanî îro di civîna Komîta Niştimanî ya Rûbirûbûna Korona de ragihand, divê nexweşxaneyan û tîmên tenduristiyê baş werin amadekirin, ji ber ku nayê zanîn kengî vîrusa Korona bidawî dibe.

Diyar kir jî, rewşa Îranê niha guncawtir bûye, lê hîna ew negihîştine asta tê xwastin.

Amaje bi wê da, siyaseta navdewletî ji piştî vîrusa Korona, dê bê guhartin, herwiha bazirganiya cîhanê û webirhênan jî dê bi awayekî cudatir be.

Tevî kêmbûna hejmara pêketin û mirinên bi vîrusa Koronayê, lê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê duhî hişyarî da, du şepêlên din ên Koronayê dê bi ser wan de bên.

Li gor amarên Wezareta Tenduristiyê, heta niha li Îranê 96 hezar û 448 kes bi vîrusa Korona ketine û 6 hezar û 156 kesan jî canê xwe jidest dane.

 

S. B