Li Îranê 47 kes bi vîrusa Korona canê xwe jidest dane

Li Îranê 47 kesên din bi vîrusa Koronayê mirin û nêzîkî hezar kesên din jî bi wê vîrusê ketine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Îranê 47 kesên din bi vîrusa Koronayê mirin û nêzîkî hezar kesên din jî bi wê vîrusê ketine.

Peyvdarê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, Dr. Kiyanoş Cihanpor ragihand, di nav 24 demjimêrên bûrî de têsta Koronayê ya 976 kesên din pozîtîf derketiye û hejmara berkeftiyan gihîştiye 97 hezar û 424 kesan.

Dr. Cehanpûr her wiha da zanîn, ji duhî de 47 kes bi vîrusa Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 6 hezar û 203 kesan.

Bi gotina wî berpirsê Îranî, piştî 55 rojan cara yekem e hejmara miriyên Koronayê dadikeve bin 50 kesî.

Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê, nêzîkî 78 hezar û 500 kes ji wan baş bûne. Heriwiha 2 hezar û 690 nexweş jî di rewşek xirab de ne.

Ev di demekê de ye, Serokê Îranê Hesen Ruhanî îro di civîna Komîta Niştimanî ya Rûbirûbûna Korona de ragihand, divê ew ji xwe ji mercên xiraptir re amade bikin, ji ber ku nayê zanîn kengî vîrusa Korona bidawî dibe.

 

S. B