Qedexeya çûnûhatinê li Kerkûkê hat dirêjkirin

Li Kerkûkê ji ber tomarkirina hejmareke nû ya haletên pêketina vîrusa Koronayê, qedexeya çûnûhatinê bo 5 rojên din hat dirêjkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Kerkûkê ji ber tomarkirina hejmareke nû ya haletên pêketina vîrusa Koronayê, qedexeya çûnûhatinê bo 5 rojên din hat dirêjkirin.

Endamê Komîta Rûbirûbûna Korona Rêbiwar Taha ji K24ê re ragihand, ji ber ku di 72 demjimêrên bûrî de, 14 haletên nû yên pêketina bi vîrusa Korona li Kerkûkê hatin tomarkirin, qedexeya çûnûhatin li Kerkûkê hat dirêjkirin.

Rêbiwar Taha diyar kir, ji ber ku li Kerkûkê kombûn û sersaxiya miriyekî hebû, metirsî heye virus zêdetir belav bibe.

Amaje bi wê jî da, qedexeya çûnûhatinê bo 5 rojan hat dirêjkirin û riyên derbasbûna bajêr û piraniya cihên qerebalix jî girtî dimînin.

Heta niha li Kerkûkê 48 kes bi vîrusa Korona ketine, di nava wan di 2 kesan canê xwe jidest dane û 26 kes jî baş bûne.

 

S. B