Dewlata Yasa derbarê kabîne ya Mistefa Kazimî dawî biryara xwe da

Hevpeymanî ya Dewleta Yasa, bi serokatîya Nûrî Malikî ragehand, hevpeymanîya wan deng bi kabîne ya Mistefa Kazimî bo pêkanîna hikumeta dahatî nadin.

K24- Hewlêr

Hevpeymanî ya Dewleta Yasa, bi serokatîya Nûrî Malikî ragehand, hevpeymanîya wan deng bi kabîne ya Mistefa Kazimî bo pêkanîna hikumeta dahatî nadin.

Li gor wê ragehandinê, Dewleta Yasa dibêje: Cuda ji rêkkevtinan, kandîdên hikumetê di lawaz in û mercên pakijîyê têde nîne.

Amaje bi wê yekê jî kirîye, kandîdên kabîne ya nû ne li ser xwazta xelkêye û ew piştgîrîya wê nakin.  Bi evê sedemê  jî, di Civata Nwêneran de, em deng nadin wî û çarenivîsa kabîneyê jî bo bijartin û dengên xelkên din dihêlîn.