Hewlêr.. 2 tûşbûyên Koronayê çêvebûn

Rêveberê giştî yê tenduristîya Hewlêrê ragehand, evro 2 tûşbûryên Vayrosa Koronayê li bajarê Hewlêrê çêvebûn û vegerîyan mal.

K24- Hewlêr

Rêveberê giştî yê tenduristîya Hewlêrê ragehand, evro 2 tûşbûryên Vayrosa Koronayê li bajarê Hewlêrê çêvebûn û vegerîyan mal.

Di daxyanîyekê de, Dilovan Mehemed Fatih, rêveberê gitştî yê Tenduristîya Hewlêrê tekez kir, piştî wergirtina çareserî ya pizîşkî, ew dû tûşbûyî bi temamî çêvebûn û rewşa tenduristî ya wan cêgîr bûye.

Amaje bi wê yekê jî daye ku pişkinînên li pey hev bo wan herdû tûşbûyan hatin kirin û encam her nerênî derketin, lew biryar hate dan vegerin malên xwe.

Her li gor wê daxuyanî ya rêveberê giştî yê Tenduristî ya Hewlêrê, heya niha 196 tûşbûyên Koronayê bi temamî li Hewlêrê çêvebûn e.