Perleman dicive û dema bawerîdanê bi kabîneya nû nehatîye destnîşankirin
Heya niha serokê Civata Nwênerên Îraqê dema civîna parlamentoyê ji bo bawerîdanê bi kabîneya nû dîyar nekirîye.
K24- Hewlêr
Heya niha serokê Civata Nwênerên Îraqê dema civîna parlamentoyê ji bo bawerîdanê bi kabîneya nû dîyar nekirîye.
Tevî ku serokê Civata Nwênerên Îraqê Mehemed Helbûsî daxwaz ji parlamenteran kirîye roja Dûşemê li Bexdayê amade bibin, lê dema encamdana civîna ne asayî ya Civata Nwênerên Îraqê dîyar nekirîye, heya ku kutleyên sîyasî bigehin rêkeftina dawîyê derbarê kabîne ya pêşniyazkirî ya Mistefa Kazimî.
Berya niha çend parlamenterên Îraqê amaje bi wê yekê kirbûn, roja Sêşemê parlamento jibo dengdanê li ser kabîne ya Kazimî dicive.