Tiramp: Dilxweşim bi başîya Kîm
Serokê Emerîka, Donald Tiramp dilxweşîya xwe nîşan da bi derketina serokê Kuriya Bakur, Kîm Cong On.
K24- Hewlêr
Serokê Emerîka, Donald Tiramp dilxweşîya xwe nîşan da bi derketina serokê Kuriya Bakur, Kîm Cong On.
Serokê Emerîka, Donald Tiramp li ser tiwîtera xwe dîmenên Kîm belav kirîye û nivîsîye, ez dlixweşim bi dûbare dîtina Kîm, Ez dilxweşim ku ew başe.
Piştî ku Kîm Con On, serokê Kuriya Bakûr bo dema sê hefteyan di mêdyayê de dîyara nema, Heynîya burî careka din xuya bû û pişikdarî di merasîmekê de kir.
Nûçeyên cuda li ser tenduristîya wê hatin belavkirin. Heya niha jî bi fermî nehatîye aşkerakirin, ka serokê Koriya Bakûr li kû bûye, lê digotin ku nexweşîyeka cidî hebûye.
I, for one, am glad to see he is back, and well! https://t.co/mIWVeRMnOJ
— Donald J. Trump (@realDonaldTrump) May 2, 2020