Çekdarê Daişê yên girtî di zîndana Hesekeyê de yaxî bûn e

Çekdarên Daişê yên girtî li zîndana Xiwêran a ser bi parêzgeha Heskeyê, li Rojava ya Kurdistanê yaxî bûne. Bo kontirolkirina rewşê û her bûreka nexwaztî jî, Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) hêzeka mezin li derdorê wê zîndanê kom kirîye û firokeyên hevpeyamanan jî berdewam li ser asamanê wê deverê dizivin.

K24- Heseke

Nûçegehanê Kurdistan24 li nêzîk wê zîndanê, ew nûçe piştrast kir û tekz kir, ku heya niha sedema wê yaxîbûnê nahêtye zanîn û ne HSDyê û ne rêveberên zîndanê jî, ti zanyarî derbarê sedema wê yaxîbûnê neragehandine.

 Aşkera jî kir, ji şeva burî ve, ew Daişên di wê zîndanê de yaxî bûne û bo kontirolkirina her bûyereka nexwaztî jî, firokeyên hevpeymanan bi berdewamî bi ser asmanê wê deverê re dihên û diçin.

Got jî: Hatinûçûn li deverên derdora zîndanê hatîye qedexekirin û hêzeka mezin jî li derdora zîndanê hatîye komkirin û rê nadin ti kesan li wê deverê nêzîk bibe.

Ev ne cara yekê ye, bûyerên bi vî awayî li zîndana Xiwêran çê dibin, li meha burî jî, yaxîbûn rûdabû û çekdarên Daişî qat a yekem a zîndanê bi temamî kontirol kiribûn.

Nêzîkî 5 hezar çekdarên Daişê ku nijadname yên cuda hene û di zîndana Xiwêran de girtî ne.