Hunermendê Kurd Seîd Gabarî koça dawiyê kir
Hunermendê Kurd Seîd Gabarî ji ber nexweşiya penceşêrê, li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawiyê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hunermendê Kurd Seîd Gabarî ji ber nexweşiya penceşêrê, li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawiyê kir.
Peyamnêrê K24ê Zerdeşt Hemê li nexweşxaneya Serdem a Hewlêr da zanîn, Hunermend Seîd Gebarî îro danê sibê koça dawiyê kir.
Diyar kir jî, Humermend Seîd Gabarî hefteyek e ji ber têkçûna rewşa wî ya tenduristî li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ye, lê îro berbangê koça dawiyê kir.
Biryar bû, li ser rasperdeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Seîd Gabarî ji bo wergirtina çareseriyên bijîşkî, bi firokeyekê bo Almanyayê bihata veguhastin.
Peyamnêrê me da zanîn, biryar e îro termê hunermend Seîd Gabarî bi beşdariya hejmarek ji rayadarên Hewlêrê, aliyên siyasî, humerned û hezkiriyên wî li gundê Mela Omer a ser bi Hewlêrê ve bi xakê were spartin.
Hunermendê Kurd Seîd Gabarî di 13ê Nîsana 1956an de li gundê Xirbê Kejê yê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê jidayik bûye.
Seîd Gabarî di heşt saliya xwe de dest bi hunera Kurdî kiriye û wek her Kurdekî di wî wextî de jiyana xwe di bin zilm û zorê derbas kiriye.
Di 1966an de Seîd Gabarî helbestvanên Kurd Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj nas kirin. Herdu mamosteyan bandoreke mezin li Seîd Gabarî kir û alîkarên wî jî bûn. Di sala 1967an de xwe bi xwe hînî lêxistina tembûrê (bizqê) kir û piştî du salan, di 1969an de, konsera xwe ya pêşîn da.
Di sala 1970î de ji ber straneke şoreşgerî li konsereke mezin li Qamişlokê hate girtin, wî pir eşkence û zehmetên bi êş dîtin û gotinên stran û awazên Kurdî lê qedexe kirin. Lê Seîd Gabarî xwe ti carî ji stran û awaz û gotinên Kurdî dûr nekir.
Seîd Gabarî bi dehan stranîn şoreşgerî û evîdarî gotin, yek ji stranên wî yên gelekî naskirî Bilbilê Dilşad e, ku seydayê Tîrêj nivîsandibû. Herwiha wekî hunermendekî şoreşger di nava şoreşên Kurdan de cih girtibû.
Humermend Seîd Gabarî ji ber zextên siyasî ew neçar ma ku derkeve Ewropa. Di van salên dawî de Seîd Gabarî gelek caran li Başûrê Kurdistanê dima.
S. B