CNK: 83emîn salvegera destpêka jenosîda Dêrsimê de, şehîdên xwe bibîr tîn in‬ ‪

‪ Ciwanên Netewî yên Kurdistanê – CNK bi egera salvegera 83 saliya Jenosida Dersimê, daxuyaniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihand K24.

K24 – Navenda Nûçeyan

‪ Ciwanên Netewî yên Kurdistanê – CNK bi egera salvegera 83 saliya Jenosida Dersimê, daxuyaniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihand K24.

Ev naveroka daxuyaniyê ye:

‪Ciwanên Netewî yên Kurdistanê - CNK 83emîn salvegera destpêka jenosîda Dêrsimê de şehîdên xwe bibîr tîn in ‪

îro li welatê me dîrokekî fermî tê nivîsandin û bi taybetî jî di demên dawî de manîpûlasyoneke sîstematîk û berfireh destpêkiriye kurd û dîroka wan ji aliyê xêrnexwazên kurdan ve tê binpêkirin. Banga me ji bo ciwanên kurd ew e ku bila xwedî dîroka xwe derbikevin û li ser dîrok û çanda xwe lêkolînan çêbikin. ‪Her wiha serok û qehremanên Kurdistanê jibîrnekin.

83 sal berê serok û pêşengên kurdan ji aliyê dewleta Kemalîst ve hatin darvekirin. Lê mixabin hê jî gorên serokên me nedîyar e. Ji vir xuya dike ku dewlet ne bi tenê ji saxiya kurdan ji miriyên kurdan jî ditirse.

Bangawqaziya me ew e ku divê dewlet cihê gorên serok û têkoşerên me diyar bike. Her wiha divê dewlet arşîvên Dîwana Harbê ya Bedlîsê ji raya giştî re diyar bike. Divê dewlet ji Kurdistanê vekişe û mafê miletê kurd yê siyasî nas bike. Nexwe ev şer, ev têkoşîn dê heya dawiyê dom bike.

Di tenê dîroka komara Tirkiyê de nêzikê mîlyonekî kurd hatin kuştin. Ev kuştin û jênosîd îro jî dom dike. ‪Ne tenê li bakûr, jenosîda kurdan a ji aliyê kolonyalîstên wan ve li başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê bênavber dom dike.

04 Gulan 2020

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê - CNK



Fly Erbil Advertisment