Perlemana Îraqê deng bi kabîneya Kazimî dide

Biryare sube, Perlemana Îraqê bicive bi mebesta dengdanê li ser kabîneya Mistefa Kazimî û Kurd û Sunne jî deng bi kabîneya wî didin.

K24- Hewlêr

Biryare sube, Perlemana Îraqê bicive bi mebesta dengdanê li ser kabîneya Mistefa Kazimî û Kurd û Sunne jî deng bi kabîneya wî didin.

Li gor zanyarîyan, desteya serokatîya perlemanê amdayî ya xwe kirîye daku sube perleman bo dengdanê li ser kabîneya Mistefa Kazimî bicive, lê heya niha serokatîya perlemanê bi fermî dem û karnameya civînê belv nekirîye.

Çend çavkanîyekan amje bi wê yekê kirine, alîyên Sunne ti arîşe nîne û pişikdar dê bibin di civîna dengdanê de  bi wê kabîneyê.

Hevdem Rêbwar Teha, endamê Civata Nwênerên Îraqê bi Kurdistan 24ê re ragehand, Kurd pişikdarîyê di civîna sube ya perlemanê de dike û evro jî perlemantarên Kurd dê vegerin Bexda bo dengdanê bi kabîneya Kazimî.

Berê jî, her yek ji Dewleta Yasa bi serokatî Nûrî Malikî û Hevpeymanîya Nîştîmanî, bi serokatîya Eyad Elawî belav kiribûn, pişikdarîyê di kabîneya Mistefa Kazimî nakin û di civîna Perlemanê de jî deng nadin wê kabîneyê.