Iraqê kuştina 3 serkirdeyên DAIŞê ragihand
Wezareta Bergirî ya Iraqê kuştina 3 serkirdeyên DAIŞê li sînorê parêzgeha Enbarê ragihand.
K24- Hewlêr
Wezareta Bergirî ya Iraqê kuştina 3 serkirdeyên DAIŞê li sînorê parêzgeha Enbarê ragihand.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya ser bi Wezareta Bergirî ya Iraqê ragihandinek belav kir û tê de eşkere kir, Hêzên ewleyiyê operasyonek bi armanca lêgerîn û pişkinînê ji hebûna çekdarên DAIŞê li çend navçeyên parêzgeha Enbarê destpê kiriye û ji 9 bereyan ve êrîşî çekdarên DAIŞê dikin.
Di ragihandinê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin, ku heya niha 3 serkideyên DAIŞê hatine kuştin û otombêlek bombekirî jî teqandin e.