Li Bexda 15 kes û li Besre 14 kes tûşî Vayrosa Korona bûn

Li Bexda 15 kes û li Besre 14 kesên din, tûşî Vayrosa Korona bûn.

K24- Hewlêr

Li Bexda 15 kes û li Besre 14 kesên din, tûşî Vayrosa Korona bûn.

Fermangeha tendirustî ya Kerx li Bexdayê, 15 tûşbûyên din bi Vayrosa Korona ragihand, ku li navçeya Kezimîye beşdarî ahengek bûkveguhestinê bû bûn.

Amaje bi wê yekê da, 5 ji tûşbûyan rûniştvanên navçeya Ekîlat û 6 kes li navçeya Ûm Elcedayl û 4 kesên din, ji navçeya Tacî ne.

Ji aliyek din ve, Rêveberiya Tendirustiya Besre ragihand, 14 haletên din ên tûşbûn bi Korona, li wê parêzgehê tomar kirin e.