Wezareta Tenduristîyê: Evro jî ti haleteke nû ya tûşbûnê bi Koronayê li Herêma Kurdistanê nehate tomarkirin

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 70ê ya evro Dûşembîyê, 4ê Gulan a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 70ê ya evro Dûşembîyê, 4ê Gulan a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.

Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:

Ragehandina Wezareta Tenduristîyê

Hejmare 70

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:

 

  • Kerentîn

Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (9,730) hevwelatî bûn. Niha tenê (1,279) hevwelatî, li (33) cihên cuda, di kerentînan de man e, (375) li Hewlêrê, (160) li Silêmanîyê, (715) li Duhokê û (29) jî li Raperîn. (8,451) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (36) Hevwelatî ne.

 

  • Pişkinîn:

Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,733) pişkinîn li ser asta Herêmê hatin encamadan. (862) li Hewlêrê, (518) li Silêmanîyê, (260) li Duhokê, (10) li Helebce, (81) li Soran û (0) jî li Raperîn.

Di encam de, ti haletên nû yên tûşbûnên bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê nehate tomarkirin.

Hejmara giştî ya wan pişkinînên ku ji destpêka Vayrosa Koronayê hatine encamdan 46,232 pişkinîn bûne.

 

  • Amara giştî:

Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (387) kes in, di nav wan de, (5) haletên mirinê hene û (343) nexweş jî çêvebûne û nexweşên mayî jî tenê (39) nexweş in û di bin çavdêrîya pizîşkî de ne.

Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.

 

Wezareta Tenduristîyê

Hikumeta Herêma Kurdistanê

4-5-2020